26 Nisan 2017 Çarşamba

Dîroka Wêjaya Kurdî-ŞEX RIZA TELEBANÎ (1842-1910)

         Şêx Riza li gundê Çirîxê nehîya Çemçemalê herîmê  Kerkûkê sala 1842 ji daykê bûye, kurê" Ebdurehmane ji qebîla telebanîye,bavê wî derebegê telebanîyan bû, serekê şêxêd qadirîyê
bûye. Di biçûktîya xweda şêx Riza li cem bavê xwe xwendîye, hînî zimanê farsî, erebî û tirkî bûye , kitêbêd ayîna dîn xwendne, li xortanîya xweda li medresa Kerkûkêda hîn bûye, di bîstpêncsalîya xweda li paşî temamkirna medresê çûye Stembolê", li wê du salan maye û diha hê" rind hînî farsî û tirkî bûye, hema li wêderê dest bi nivîsandna şêran kirîye. Şêrêd xwe bi farsî û tirkî û kurdî nivîsîne, paşî du salan li Stembolê vegerîyaye welatê xwe û pê" hesîyaye, ku bavê" wî çûye rehmetê, mal û mîrata bavê wî ketîye destê birê wî Elî. Bi tiştekî ji mîratê" nade wî. Ew diçe Koysincaqê cem xalê xwe Xefûr, wextekê li cem wî dimîne û paşê vedigere diçe Kerkûkê û dest bi rêncberîyê dike. Ew j i şêxan û ji pismamêd xwe ziver dibe, halê" jîyîna xelqê şeherê Kerkûkê bi wî xweş nayê, ew şêrêd xweda çên wan dike, sebeb wê" yekê li sala 1901 diçe Bexdadê û li wêdrê dimîne û sala 1910 diçe rehmetê. Du caran dîwana Şêx Riza Telebanî hatîye çapkirnê (sala 1935 û sala 1946 li Bexdadê).Dîwana wî ya sala 1946 bi şêrêd kurdî(3-81), farsî (84-198) û tirkî(201-258) hatne çap 24 kirnê. Şêrêd wî derheqa evinîyê, derheqa halê" wî hejarî û der bi dero, derheqa stemkarîya şêx û derebegada hatne ni vîsandnê, piranîya şêrêd wî yêd satîrîne  ( şêrêd tirane u pê kenînêne) . Min li jêr çend şêrêd wî bi vî cGrayî çap kirne, ku xwend karêd me delal bixûnin. Ew parçe şêr ji kitaba Aladîn Sicadî hatne wegirtinê, çimkî dîwana şêx li ber destê menîn bû. Eger ew dîwan li ber destê me bûya, me dê şêrêd temam çap bikirna.

EV SADE RUXANE...

Ev sade rûxane ji melahet ku temamin,
Li dora te didin, tefre mexwe , qetmebêje ramin,
Geh dostê" wefadarin, geh dijminê" xunxwarin,
Geh dikin dilnermî, geh jî sixt kilamin,
A'ciz mebe , nek her bo te ew bê wefane, bo her
kes,
Me'lûme ku eva taqme mîna hemamin,
Kes hebê bê heya û şerm namûs ,
Ebed nake refîqê taqme lûs,
Eger sed salî bidî wî renc û neyanga te,
Şêx dikeve ber qisa nesteqî û nuqtebazî dibêjê:
"Şoxî bi enab çûye cem zehd firoşî,
Bo exzî terîqet bi dil pir jê xurusî",
Cewab da û gotê: " Heqe teye, lê baş ,
Saleke , ku min îman firotîye îmanfiroş .
Cem te heye şûrê deban, cem min heye şûrê ziman.
Her dengê keranê û şepûrê çingîz dike xan,
Ahengê biçûk ya merivê pir li wextê san.
Pîr ku li kuh tir ne kir , dûre ji mirinê,
Ahenga biçûk li k'uxînê nîşana ecele,
Sax li dinyada ne mane, ger basa saxan dikî
Bi hezaran nîşanî te bikim, ger qisa qurumsaxan
dikî,
Duhînê qetre xûn bo te, îro kefek ax bo te,
Benî adem kerî, ger ker nebî, bo çi ewqas bê ba kî

(Aladin Sicadîn, rûyê, 356-358 )

ÇAVKANÎ : Dîroka Wêjeya Kurdî- Qanatê Kurdo

1 yorum:

  1. New Baccarat (Baccarat) Strategy Guide and Tips | Worrione
    Baccarat is a card game that has 바카라 been around since the 16th gioco digitale century, with baccarat being one of 다파벳 the most popular games in the game. When this

    YanıtlaSil

Sîsa Mecîd - memed kani